Partiya Çepên Kesk li warê Mem û Zînê li navçeya Cizîra Botan mitînga hilbijartinê li dar dixe. Mîtîng li Qada Newrozê tê lidarxistin û qad bi alên partiyê hatiye xemilandin. Bi hezaran kes hatin qada mîtîngê. Ji navenda Şirnexê û navçeyên û ji gundan beşdariyek zêde heye. Jinên Cizîra Botan bi cil û bergên xwe yên netewî tev li mîtîngê bûn û demek dirêj li ber stranan govend gerandin. Bi piranî jin û ciwan tev li mîtîngê bûne. Hin dayik bi baqên kulîlkan hatin qada mîtîngê.
Dayika Mehmet Tûnç, Esmer Tûnç, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê Ayetullah Aşîtî û namzetên Şirnexê dema hatin qada mîtîngê coş û peroşa xelkê zêdetir bû. Girseyê bi çepik û tîlîliyan pêşwazî li şandeyê kir.
Beriya mîtîng dest pê bike, di ekrana sînevziyonê de der barê bikaranîna dengan xalên ku wê baldar bin hat nîşandan.
BANGA ÇÛNA SER SINDOQAN
Mitîngê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê Komîteya Amadekar Metîn Bayik di destpêkê de axivî û destnîşan kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê ne hilbijartinek ji rêzê ye û got: “Gelê Kurd wê qedera Tirkiyeyê biguherîne. Em ê di 14’ê Gulanê de dersa wan bidin wan. Divê gelê hemû biçe ser sindoqan.”
WEKÎLAN GEL SILAV KIR
Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Hasan Ozguneş û Nûran Îmîr derketin ser dikê û axaftinên Kurd kirin û gotin her denga were bikaranîn dê ji bo azadiyê be û peyama berfirehkirina têkoşînê dan.
Paşê namzetên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê Newroz Ûysal, Zekî Îrmez, Ayşegul Dogan û Bedîrhan Osal derketin ser dikê û girseyê silav kirin.
'HETA KU OCALAN AZAD BIBE…’
Newroz Ûysal, wiha got: “Hewcedariya gelê Cizîrê bi pêşniyaz û şîretan tune ye. Heta ku deriyên Îmraliyê vebin û birêz Abdullah Ocalan azad bibe û bi hezaran girtiyên me bigihîjin azadiya xwe em ê têbikoşin.”
Zekî Îrmez jî got serkeftin a gelê Botanê ye.
DOGAN: DEM DEMA TIFAQA NETEWEYÎ YE
Ayşgegul Dogan jî destnîşan kir ku Cizîr warê serhildan û berxwedanê ye û wiha axivî: “Cizîr di heman demê de warê derwêşan e. Dema Cizîr radibe ser pêya, Botan radibe. Cizîr warê Mem û Zîn û Melayê Cizîrî ye. Cizîr bi biryar e, êdî dema wê hatiye. Dem dema tifaqa me ya neteweyî ye. Dem dema govenda azadiyê ye. Serkeftina me serkeftina Stenbol, Dihok û Ûrmiyeyê ye. Rêya me vekirî be.”
Bedîrhan Osal jî got: “Cizîr cihê berxwedanê ye. Warê Mihemed û Asyayan e. Gelê me yê hêja di her hilbijartinê de Cizîr rekorê dike. Gelo dîsa em ji bo vê rekorê amade ne? Bila dijmin û dostêm me her kes baş dizanibe, wê Cizîr tu demê çong daneyne.”
AŞÎTÎ: HEBÛNA ME QEBÛL NAKIN
Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayatullah Aşîtî jî wiha axivî: “Îro yên desthilatê û welat bi rê ve dibin, hebûna gelê Kurd qebûl nakin. Hebûn, Kurdbûnê û Kurdistana me qebûl nakin. Yên ku înkarê dikin wê Xwedê wan qet efû neke û nebin nûnerên xwedê. Tenê dikaribin bibin nûnerên zaliman.”
SANCAR: AKP-MHP MIRINÊ PÎROZ NÎŞAN DIDIN
Piştre jî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar derket ser dikê û bi gotina “Merhaba kelha berxwedanê” dest bi axaftina xwe kir. Sancar, wiha got: “Xelkê birûmet û berxwedêr ê Cizîrê, ez we tevan ji dil û can silav dikim. Ev coşa we li tevahiya welêt belav dibe. Tevahiya welêt dengê bicoş ê Cizîra Botan guhdarî dike. Belê, ji bo 14’ê Gulanê çendek roj mane. Bloka AKP-MHP’ê ji bilî şer, xizanî, kedxwarî û zextan tu tiştekî ne anî vî welatî. Her wiha şer, tunekirin û xizanî hêjayî gelê Kurd dît. Binêrin bê ka Suleyman Soylu çi digot. Digot; ‘Em hefteya malê navxweyî êdî bi sêv û hirmiyan pîroz nakin. Em bi ÎHA, SÎHA û bi Atakan pîroz dikin.’ Ev tê çi wateyê? Tê wateya pîrozkirina şer û mirinê. Bloka AKP-MHP’ê şer û mirinê pîroz dikin.
DIJMINATIYA QEYÛM A LI HEMBERÎ KURDÎ
Em aştî û jiyanê diparêzin. Bloka AKP-MHP’ê li ser bingeha dijminatiya li Kurdan hatiye avakirin. Tifaqa dijminatiya li Kurdan e. Bi sepanên qeyûman, îradeya gelê Kurd hate xespkirin. Baş e lê van qeyûman çi kir? Ji ewil navên saziyên zimanê Kurdî guherandin. Kurdî rakirin û navên bi Kurdî jê birin. Saziyên ji bo tenduristî, perwerde û jinan hatin avakirin girtin. Tevek jî dijminatiya li Kurdî û gelê Kurd e. her wiha bîrdariya li ser navê Orhan Dogan ê hêja hatiye danîn hilweşandin. Gelo ma dema wan navên bi Kurdî jêbirin dê Kurdî ji holê rabe? Ma dema saziyên wan hatin girtin dê gelê Kurd dev ji çanda xwe berde? Ma dema Bîrdariya Orhan Dogan hilweşandin dê bikarin Dogan ji dilê gel derxînin? Silav ji bo kesên mîna Orhan Dogan ku ji bo gelê xwe, ji bo aştî û edaletê têdikoşin û bedel didin.
EM Ê JIYANA KU ÎKTÎDAR HÊJAYÎ GEL DIBÎNE BIGUHERÎNIN
Ew têkoşîna wan bi bedelên giran gihandin vê rojê, emanetî me tevan e. Em ê vê mîrateyê mezin bikin û deynê stûyê me ye ku bigihînin nifşên nû. Vê yekê jî herî zêde hûn ciwan dê bikin. Ciwanno, hûn ê pêşiya her kesî bimeşin. Ev desthilat xwe bi şer xweyî dike. Hemû çavkaniyên welêt ji bo şer xerc dike û komeke baronên şer ava dike. Di encama vê de jî mirovên me jiyana xwe ji dest didin û gel xizantir dibe. Lê binêrin; Şirnex di rêza pêşveçûnê ya welêt de di rêza dawî de ye. Ev jî tê wateya xizanî, bêkarî û hejariyê. Jiyana ku desthilat hêjayî gel dibîne ev e. Em jî ji bo guherandina vê jiyanê tên.
ME SERÎ NETEWAND Û EV YEK BO WAN BÛ DERD
Ciwanên hêja û rêhevalên min ên jin, pêşengên vê têkoşînê hûn in. Erê rast e hûn dibêjin; ‘em ê bi berxwedanê bi ser kevin.’ Ji xwe em bi berxwedanê bi ser ketin. Dixwestin me tune bikin, serî bi me bidin tewandin. Lê me û gelê xwe li ber xwe da û me tu carî serî netewand. Weke ku hûn jî dizanin Seyîd Riza dema ber bi sêdarê ve diçû wiha gotibû; ‘Min bi lîstik û hîleyên we nekarî û ev yek bo min bû derd. Lê min jî li ber we serî netewand û bila ev jî bo we bibe derd.’ Niha jî me serî li ber wan netewand û ev yek bo wan bû derd. Û me hemû hîle, lîstik û kompasên wan vala derxistin û bila ev jî bo wan bibe ders. Doza girtinê li partiya me HDP’ê vekirin. Rêhevalên me bi dozên kompasê hatin girtinb. Tevek jî dîlgirtiyên siyasî ne. Hiqûqa xwe binpê kirin û ya navneteweyî tune hesibandin. Tevî girtina xwişk-birayên me jî me dev ji rêya xwe berneda.
EM YEKITIYA XWE XURT BIKIN
Lê me gotibû; ‘çi dikin bila bikin em ê gelê xwe bê alternatîf nehêlin.’ Vaye niha jî Çepên Kesk heye. Xwişk-birayên hêja, me ew rê afirand. Em niha jî dibêjin tekane rê, Çepên Kesk e. Divê em bi awayekî herî xurt bişînin meclîsê. Em xwedî wê hêzê ne ku tevahiya pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bikin. Em bi tifaqa xwe hêj xurttir in. Me li vir Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd ava kir. Ji bo yekitiya neteweyî ya gelê Kurd me gavekî girîng avêt. Yekitiya me ji bo azadiyê pir girîng e. Lewma em dibêjin; em yekitiya xwe xurt bikin. Mamoste Cegerxwîn çi digot; ‘Heke em nebin yek dê biçin yek bi yek.’ Vaye em bûn yek û dê yek bi yek neçin.
DÊ ERDOGAN BI SER NEKEVE
Em dixwazin tifaqa xwe ewqas berfireh bikin ku hemû hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê jî di nav de cih bigirin. Em têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û têkoşîna demokrasiyê ya gelên Tirkiyeyê dikin yek. Çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk, her wiha dê rêya demokatîkbûna Tirkiyeyê jî veke. Dema me li Tirkiyeyê demokrasî bi hev re ava kir, di heman demê de em ê pirsgirêka Kurd çareser bikin û aştiyê misoger bikin. Vaye em bi hêzeke xurt tên. Erdogan bi kursiyê ve zeliqî ye û ji bo têk neçe serî li her rêbazan dide. Lê dê nekare serbikeve. Dê îradeya gel hemû lîstikên wî vala derxîne.
DÊ XELKÊ ŞIRNEXÊ RÊ NEDE
Di hilbijartinên 2019’an de Şirnex xesp kirin. Niha jî îtîrafkar vê xespê vedibêjin. Di van hilbijartinan de hemû derfetên dewletê bi kar tînin. Ew jî têr nekir ku walî, qeymeqam û endamên emniyetê xistin dewrê. Dixwazin bi rêya zext û hîleyan dengên gel bidizin. Lê gelê Cizîra Botan, gelê Şirnexê dê rê nede vê bêexlaqiyê. Em ê vê pergala zordest biguherînin. Em ê bêexlaqiyê têxin bin piyên xwe. Ji bo hilbijartinan çendek roj man. Dê ev hilbijartin di navbera kesên mirin û şer pîroz dibînin û di navbera parastvanên aştî û jiyanê de were kirin. Dê di navbera azadîxwaz û yên zilm û zextê diparêzin de were kirin. Em ê diyar bikin bê ka Tirkiye di vê sedsalê de bikeve kîjan rêyê. Em ê Partiya Çepên Kesk bi awayekî herî xurt bişînin meclisê û bi vê yekê re hêza herî diyarker a azadî, demokrasî û aştiyê biafirînin. Em ê hesaba hemû sûc, dizî û talanan bipirsin.
EM Ê HESABA HER DAREKE LI CÛDÎ HATIYE BIRÎN BIPIRSIN
Em ê jiyana nû tevî gel û baweriyên vî welatî biafirînin. Em ê hesaba her dareke li Cûdî hatiye birîn bipirsin. Ji bo vê jî em di bin siya dara Çepên Kesk tên ba hev. Em dizanin, serkeftin nêz e. Em ê dawî li vê rejîma yekzilamî û desthilatê bînin. Dê Erdogan bi saya îradeya we têk biçe.
WEKE PEYWIRDARÊN HILBIJARTINÊ TEVBIGERIN
Divê her yek ji me yên dengê xwe didin xwe weke peywirdarên hilbijartinê bibînin. Ji bo em bi ser kevin dayîna deng bi tena serê xwe bi têr nake. Divê em xwedî li sindoq û îradeya xwe jî derkevin û biparêzin. Hûn tevek jî ji bo bibin peywirdarên hilbijartinê, ji bo xebatê xwe amade bikin. Herî zêde jî ciwan, divê hûn ciwan tûrikên dengan bi tu awayî bernedin. Ev dixwazin her tiştekî bidizin, dixwazin îradeya me bidizin lê em ê rê nedin wan. Em ê rêveberiya yekzilamî teqez bi dawî bikin. Meşa me meşa azadiyê ye. Ev meş dê wan têk bibe. Em ê bibînin ku di 15’ê gulanê de dê gul vebin û rûyê her kesî bikene. Em ê biharê bînin tevahiya welêt.”
Piştre jî rojnameger Yildirim Turker, Mûrat Çelîkan û Dîcle Anter ku tev li mitîngê bûbûn gel silav kirin. Her wiha peyama dayika Mehmet Tunç, Esmer Tunç hate xwendin.
Herî dawî jî dengbêj Rezanê Batu derket ser dike, stranên xwe pêşkeş kir û mîtîng bi dawî bû.